25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Beşar Esed û du kesên din namzedên serokomarê Sûriyê ne

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Dadgeha Destûrî ya Bilind li Sûriyê daxwaza namzedya Esed û du kesên din bo hilbijartinên serokomar li Sûriyê qebûl kirin.

 

Berdevkê Dadgeha Destûrî ya Bilind li Sûriyê, Macid Xedre di daxuyaniyekê de ragihand ku: "Dadgeha Destûrî ya Bilind daxwaza namzedyî ya her yek ji: Mahir Ebdulhefzî Hecar, Hesan Ebdulla Nûrî û Beşar Hafiz Esed, qebûl kir."

 

Macid Xedre da zanîn jî ku daxwaza namzediyê ya wan kesên din jî nehat qebûl kirine, ji ber ku mercên namzedbûnê pêk neanîn.

 

Hilbijartinên serokomarî li Sûriyê dê roja 3ê Hizêranê birêve biçin, di demekê de ku civaka navdewletî hişiyarî dan ku encamdana hilbijartinan di rewşa niha de xizmeta çareseriya siyasî bo kirîz Sûriyê nake.

 

Nûçeyên têkildar