26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Dihokê: PDKê dê 19 kursiyan bo Civata Parêzgehan û 9 kursiyan bo Perlementoya Iraqê bi dest bixe

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Berpirsê mekteba hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li sînorê liqê yek li Dihokê ragehand ku, tê çaverê kirin ku PDKê li sînorî parêzgeha Dihokê 19 kursiyan bo Civata Parêzgehan û 9 kursiyan bo Perlementoya Iraqê bi dest bixe.


Elî Bendî, berpirsê mekteba hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li sînorê liqê yek li Dihokê, bo KDP.info got: " Partiya Demokrat a Kurdistanê bo hilbijartinên Civata Parêzgeha Dihokê 322 hezar û 197 deng û bo hilbijartinên Perlementoya Iraqê jî 301 hezar û 138 deng bi dest xistine."

Bendî got jî: " Bo Civata Parêzgeha Dihokê heta niha 18 kursî yek alî bûne û kursî 19 jî egerêka mezin heye misoger bike, çunkî heta niha dengê taybet negehiştine dest me.

Herwiha derbarê jimareya kursiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Perlementoya Iraqê jî, Bendî ragehand: " 8 kursî yek alî bûne û tê çaverwan kirin ew jî bibe 9 kursî.

Berpirsê mekteba hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê diyar kir, di naw namdedên PDKê de, bo Civata Parêzgeha Dihokê, Ferhad Etrûşî zortirîn deng bi dest ve anîne, ku rêjeya dengên wî heta niha dighê 35 hezar û 788 û bo Perlementoya Iraqê jî, Necîbe Necîb zortirîn deng bi dest ve anîne, ku rêjeya wan heta niha dighê 24 hezar û 851 dengan, ev jî ji bilî dengeên taybet.

Nûçeyên têkildar