26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sebahet Tuncel: Dema avakirina Kurdistana federal hatiye

Çavkanî: KDP.info
Ajans-KDP.info/ Hevseroka Partiya Demokrasiya Gelan (HDP), Sebahet Tuncel ragihand ku dema avakirina Kurdistana federal hatiye.

Li gor Rûdawê, Sebahet Tuncel di çarçoveya beşdarkirinê di festivala kiltûr û hunerî ya Beyazsu de gotarek pêşkêş kir ku tê de armancên HDP bo pêşeroja Bakurê Kurdistanê aşkere kirin.

 Tuncel ragihand ku rêberê girtî yê PKK, Ebdulla Ocalan ji wan re gotiye ku: "Prose derbasî qonaxeke kûr û dijwar bûye, yan bi danûstandineke kûr dê bigihe encamekê yan jî bi rûbirûbûneke cengawerî."

 Sebahet Tuncel balkişand ku ji ber şer û pevçûn carek din li navçeyê destpêneke, erkek di keve ser milê wan ew jî avakirina Kurdistana federal e.

 Herwoha hevseroka HDP aşkere kir ku êdî ew daxwaz ji hikûmeta Tikriyê nakin da ku Kurdistanê bide wan "Lê emê Kurdistanê avabikin."

 Sebahet Tuncel amaje kir ku niha dem hatiye ku berhema 30 sal xebat biçinin û di vê qonaxê de avakirina Kurdistanê dibe sedema bihêzkirina demokrasiyî li Tikriyê.

Nûçeyên têkildar