Arif Teyfûr: Vê carê Kurd bi hesanî nêzîkî Malikî nabin

Bexda-KDP.info/ Cîgirê serokê Perlementoya Iraqê ragehand ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, vê carê Kurd bi hesanî nêzîkî Malikî nabin, û diyar kir ku dengên PDKê li Kerkûkê ji sedî 50 zêde bûne.
Arif Teyfûr, cîgirê serokê Perlementoya Iraqê û endamê şanda danûstandinên Perlementoyê, ji KDP.info re ragehand: " Danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, niha sekinîne û em li hêviyêne ku rêkkeftinek li ser projeya yasaya budceyê, bê kirin, piştre dê rûniştinên Perlemento dest pê bikin."
Derbarê çêkirina hevpeymaniyekê ji aliyê Kurdan re ligel aliyên din yên Iraqê, Teyfur got: "Bêguman dê hevpeymaniye çêbibe, lê niha zûye em behsa wê bikin, Malikî yek ji wan kesên ku di hilbijartinan de serkeftin bi dest aniye, lê vê carê Kurd bi hesanî nêzîkî Malikî nabin, û ev yek jî li ser danûstandinan û awayê rêkkeftina dimîne."
Herwiha cîgirê serokê Perlementoya Iraqê derbarê rêjeya dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê diyar kir: " Dengên PDKê li Kerkûkê ji sedî 50 zêde bûne, bo mînak di hilbijartinên berî 4 salan de tenê ez serkeftim, lê di van hilbijartinan de 2 namzedên PDKê ferkeftin bi dest anîne, herwiha dengên PDKê li Mûsilê jî zêde mûne."




