Şehab: Berî erkedarkirina Serokê Hikûmetê, tu bernameyeke nû nakeve bernama kar ya Perlemento

Hewlêr-KDP.info/ Endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab ragehand ku diyarkirina serokê hikûmetê û cêgirê wî ji aliyê Perlemento ve nehatiye paşxistin û berî erkedarkirina Serokê Hikûmetê, tu bernameyeke nû nakeve bernama kar ya Perlemento
Dilşad Şehab bo KDP.info diyar kir ku endamên Perlemento tenê li ser guhertina bernameya kar rêkkeftin, ne li ser paşxistina diyarkirina serokê hikûmetê û cêgirê wî û got: " Programa karê Perlemento dê wek xwe berdewam be û li gor yasayê jî heta ev bername bi dawî nebe, tu bernameyekî nû nakeve nav kar."
Endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê diyar kir: " Diyarkirina serokê hikûmetê û cêgirê wî ji aliyê Perlemento ve nehatiye paşxistin, hemû alî li ser paş û pêşxistina bernameyê karê perlemento rêkkeftine û li ser vê yekê razî bûne, ku karê yekemîn yê Perlemento bibe pêkanîna lêjnên nav Perlemento û karê duyemîn jî dê erkedarkirina serokê hikûmetê û cêgirê wî bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistajnê.




