Penaberên rojavayê Kurdistanê derbarê raporta (NY) nerazîbûna xwe anîn ziman

Hewlêr-KDP.info-Penaberên rojavayê Kurdistanê li kampa Dare Şikran û Kewrekoskê, derbarê raporta Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser destdirêjiya seksî, nerazîbûna xwe anîn ziman û xwepêşandanek lidarxistin.
Penaberên di nava kampa Dare Şikran û Kewrekoskê de nerazîbûna xwe bi tundî nîşan dan derbarê raporta ku Ofîsa Jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, lêkolînek derbarê rewşa keç û jinên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê bûne penaber, pêk anî û di encama wê lêkolîna wan de gotibûn piraniya jinên penaber rastî destdirêjiya seksî hatine û ev yek bû cihê nerazîbûnê li bal penaberan û ew raport bi gotinên dûr ji rastiyê wesif kirin.
Penaberên di nava Kampa Dare Şikranê de xwepêşandan li pêşiya bargeha Neteweyên Yekbûyî (NY) lidarxistin bi mebesta şermezar kirinê derbarê wê raportê de û daxwaz kirin ku NY daxwaza lêborînê ji wan bike û eger daxwaza wan bicih neyê dê di xwepêşandan berdewam bin.
Tê zanîn ku 224 hezar û 456 penaber li Iraqê dijîn û ji sedî 97 li Herêma Kurdistanê ne.




