Serokayetiya Herêma Kurdistanê: Posta Serokomar mafê gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info-Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê posta serokomarê Iraqê de belav kir û tê de got ku posta serokomarê Iraqê mafê gelê Kurdistanê ye û her kesek ji bo wê postê bê namzedkirin divê Parlamentoya Kurdistanê wî qebûl bike; Ev jî tekesta wê ye:
Di derbarê posta Serok Komarê Iraqa Federal bi xelkê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqê radigihînîn ku posta Serok Komarê Iraqa Federal mafê gelê Kurdistane û bi hemû şiyanek ve pêdagîriyê li wergirtina vê postê ji aliyê gelê Kurd dikin. Her kesek jî ji bo posta Serok Komarê Iraqê bê destnîşankirin pêwîste rizamendiya Parlemena Kurdistanê li ser bê ji ber ku ev post îstîhqaqê gelê Kurdistane.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
04.05.2014




