Kerry mijara têkbirina kîmyewî ya Sûriyê ligel Lavrov gotûbêj kir

Ajans-KDP.info/ Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku wî mijara têkbirina cebilxaneya kîmyewî ya Sûriyê ligel wezîrê derve yê Rûsya Serguei Lavrov gotûbêj kiriye.
Kerry ji rojnamevanan re got wî ji Lavrov re di pêwendiyeke telefonî de tekez kiriye ku divê ew tibaba mayî ji cebilxaneya kîmyewî ya Sûriyê ku 8% bê têkbirin.
Kerry da zanîn ku her du aliyan li ser hinek tiştan di vê derbarê de lihev kirine, lê ti hûrgilî aşkere nekirin.




