BDP: Kuştinên jinan ne bûyerek e, pirsgirêkek polîtîke

Meclîsa Jinan a BDP’ê, diyar kir di du rojên dawî de 4 jin hatine kuştin.
Di daxuyaniya nivîskiya Meclîsên Jinan a BDP’ê de, hat ragihandin ku Tirkiye di tundiya cinsî û fîzîkî ya li hemberî jin û zarokan de, di Cîhanê de di rêza yekem deye. Bi destnîşankirina ku li Tirkiyê tundiya li hemberî jin û zarokan hatiye rewakirin û li hemberî hiqûqê jî ev bê seza tê hiştin, Meclîsa Jinan wiha pêde çû: "ji ber pêkanîn û tedbîrên ewlekariyê ên sembolîk ên dewletê, her roja ku diçe hîn bêhtir tê dîtin ku nikarin jin û zarokan bi parêzin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye:" Berpirsiyarê bingehîn yê van kuştinan, hukumeta ku polîtîqa û zagonên bi bandor ên jin û zarokan biparêzin, naderxîneye. Di welatek jin tên qetilkirin, li hemberî hemû cûrên tacîz û destdirêjiyan tên, zarokên tên revandin, bi êşkencekirinê tên kuştin de, erkê rayedaran ne bêdengbûna li hemberî van qêrînan, fêrkirina zarok çawa biqêrin û anîna rojevê ya îdamêye. Sûçek yê mirovahiyê bi sûçek din yê mirovahiyê ê gelek barbar ango îdamê sezakirin, wekû hukûmet xwe ji derveyî vê pirsgirêkê girtine û li şûna dîtina çareseriyê, pirsgirêk nixwimandine."
Meclîsa Jinan, diyar kir ku wê li hemberî van pêkanînan têkoşînê bikin û ev tespît kirin"kuştinên jin û zarokan ne bûyerek e, lê belê pirsgirêkek polîtîke."




