Pêşangeha Enfalê li Amed û Stenbolê

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Bi boneya salvegera helkefta enfalê li başûrê Kurdistanê, Tora (NBO) du pêşangehên fotografî Ii bajarên Amed û Stenbolê vekirin.
Du pêşangehên fotografiyê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê ji aliyê Tora (NBO) bi boneya salvegera helkefta enfalan hatin li dar xistin.
Li qada Teksîm a bajarê Stenbolê 2 heftiyan pêşangeha yekemîn ma vekirî û piştre jî guhastin bo Amedê.
Bi germî pêşwaziya pêşangehê hate kirin û xelkekî zor bo dîtina dîmenên Enfalan serdana cihê pêşangehê kirine.
Li Amedê li kolana hunerî pêşangha duyemîn vekirine û kesayetî û hevwelatî û hevserokên bajarê mezin yê Amadê jî tê de amade bûne.




