Platforma Kurdên Demokrat: Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Platforma Kurdên Demokrat (PKD) a Bakûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo kolandina xendeqa li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û û diyar kirk u Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze.
Desteya Rêveberiya Platforma Kurdên Demokrat a Bakûrê Kurdistanê, li ser kolandina xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê û aloziyên ku ji ber vê yekê di navbera hinek partî û hêzên kurdî de derketine, daxuyaniyek belav kir.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
" Di van rojên dawî de bi hinceta xendekên ku ji bo parastina welêt hatine kolan, kampanyayek, êrîşeke dijwar, li hemberî Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê û bi taybetî li hemberî Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Berzanî hatiye destpêkirin. Di demên beriya niha de jî kampanyayên wiha ji aliyê raya giştî ve tên zanîn. Spekulasyonên bi Deriyê Sêmalka tên kirin, digel ku Derî vekirye, bi rojan, heta bi mehan nûçeyên ku ev derî li Kurdan hatiye girtin, ên bê bingeh hatin afirandin û çalakî li ser van nûçeyên bêbingeh hatin lidarxistin. Di demên îddîayên ku ev Derî hatiye girtin de zêdeyî (250.000) dusedûpêncî hezar mirov ji Rojavayî Kurdistanê derbasî Başûr bûne.
(Em werin) ser pirsa Xendeqan. Divê em bala xwe bidin nakokî û nexweşiyên di navbera Kurdistanê û desthilatdariya Navendî ya li Bexdayê de. Carna ragirtin zêde dibe; ji ber helwesta êrîşkar ya Desthilatdariya Navendî, têkilî dighin asta şer û pevçûnê. Hêzên Dîcle yên taybet ku bi Malikî ve girêdayî ne, hem li derdora Kerkûkê û hem jî li devera sînorê Sûriyê, ji bo operasyonên li hemberî Kurdan pêkbînin, hatine bicîhkirin. Lê belê di encama helwesta bi rik ya Kurdistanê, tê zanîn ku mecbûrê vekişandinê bûn.
Li ser van bûyeran, Desthilatdariya Kurdistanê, li deverên nazik-stratejîk (li çanûrexên Kerkûkê, li deverên sînorê Iraq û Sûriyê bihevdikevin) dest bi kolana xendekan kir. Herdu dever jî ji bo parastin û bergiriya Kurdistanê xwediyê taybetmendiyên stratejîk in. DAIŞ û rêxistinên wekî wê, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê çalakiyan dikin. Bi taybetî deverên Erebên Sunnî yên li Iraqê, ji xwe re kirine û dikin baregahên perwerdeya leşkerî. Demek berê li Hewlêrê û di nêzîk de li Xaneqînê êrîşên ku hatin ser alîgirên YNK’ê ku bû sedema kuştina bi dehan Kurdan, berhemên van perwerdayiyan e.
PKK/PYD pirsê ji qalikê xwe derdixe û bi manîpulasyonên ku xendeq di navbera Kurdan de tên kolan, ji xwe bi niyeta pak nayê şîrovekirin. Duhî ev Derî li Kurdan nehatibû girtin îro jî ev xendek ne di navbera Kurdan de tên kolandin. Bi tenê ji bo parastina hevwelatiyan û rê li ber terorê girtinê ye. Xendeqên rastî û grantir di mejiyan de tê hûnandin. Hinek alî dixwazin dîsa Kurdan berdin hev. Panzdeh rojan beriya niha (17) endamên PDK-S, di dema sînor buhurandinê de, ji aliyê PYD’ê ve hatin desteserkirin, li Kobaniyê mala rêvebirekî PDK-S hat şewitandin, herwiha li Efrînê endamên PDK-S dîsan ji aliyê PYD’ê ve bi cezayên 10-20 salan zîndankirî ne. Ya herî girîng; bidestxistinên Kurdan yên xebata dused salî, Herêma Kurdistanê di bin êrîşên fizîkî û siyasî de ye û bûye armanca tîrêjên terora xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê.
Li hemberî berfirehbûnan gelê Kurdistanê divê bêdeng nemîne. Xeletî ji aliyê kê ve were kirin divê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bide. Partî/hêz û rêxistinên sîvîl û demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ku di dema ‘Kongreya Neteweyî’ de dikirin qêrîn, di vê mijarê de jî çend pirsên wan hebîn divê bibêjin."




