Rêxistina Sînornenas: Li Rojava PYD mafên rojnamevanan binpê dikin

Rêxisitna di raporteke taybet de ku roja 1ê gulanê belav bûye, dilgiraniya xwe li ser azadiya rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê aniye ziman û got ku "Ew li hember azadiya rojnamegeriyê li navçeyên ku di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne, gelekî dilgirane" û ji wê partiyê xwest ku rêz li azadiyên sereke û di nav de azadiya rojnamevaniyê bigire.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku "Piraniya binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî rojnamevanan li ser destê hêzên asayişê û YPGê tên kirin". Ew herwiha dibêje "PYDê û kesên girêdayî wê, her rojnamevanekî ku rexneyan li wan dike, digire û di hinek haletan de jî wan direvîne ji bo ku wan bitirsîne û bêdeng bike".
Wek nimûne jî behsa girtina peyamnêrê Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê Mihemed Mehmûd Beşar dike ku di 23yê nîsanê de ji aliyê asayişê ve hat girtin û piştî 5 rojan hat berdan.
Peyamnêrên Sînornenas bal dikişîne ser derkirin û nefîkirina rojnamevanan û dibêje "Li Rojavayê Kurdistanê êdî derkirin bi aşkere tê kirin, ne tenê ji bo rojnamevanan, lê belê çalakvanên civaka sivîl jî ji Rojava tên derkirin."
Di raporta Peyamnêrên Sînornenas de behsa çend binpêkirinên din ên li dijî rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, wek girtin û îşkencekirina peyamnêrê televizyona Zagrosê Raman Hiso di 19ê adarê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve li Amûdê. Ew rêxistin bi heman awayî dibêje ku gelek rojnamevan "ji ber gef û guvaşên PYDê reviyane" û nimûne û şehadeta 2 rojnamevanên Kurd derbarê vê yekê de belav kiriye.




