26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtî û Yekîtiya Demokrat: Ti têkiliya me bi kantonan ve tine ye

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê tekîd kirin ku ti têkiliya wan bi kantonên ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihandin, tine ye.

 

Her du partiyên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo bi amadebûna sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro û cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Mistefa Meşayix civiyan û piştî civînê daxuyaniyek derxistin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de rola nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de hat nirxandin.

 

Herwiha kar û çalakiyên ENKSê li Rojavayê Kudistanê jî hatin behskirin û li gor daxuyaniyê, her du partiyan tekîd kirin ku divê ENKSê bê parastin û rola wê bê xurtkirin.

 

Derbarê têkiliyên di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ku PYDê yek ji pêkhateyên wê yên sereke ye, her du partiyan got ku "ji ber biryarên tekane yên EGRKê yên wek avakirina kantonan, ew têkilî rawestiyane."

 

Partiya Yekîtî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ti têkiliya wan bi kantonan û biryarên wê ve tine ye û tekîd kirin ku divê EGRKê li rêkeftinên xwe yên berê yên ku ligel ENKSê îmze kirine, vegere.

 

Nûçeyên têkildar