25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokomarê Tataristanê serdana Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info/ Li ser vexwandina Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, duh roja îniyê 2ê gulana 2014ê, Rustem Mînîxanov serokomarê Tataristanê a ser bi Rusiya Federal ve bi serdaneke fermî gihişte herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

 

Di vê serdanê de, serokê komara Tataristanê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê civiya û her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên di warê siyasî, êkonomî û bazirganiyê de kir.

 

Serokomarê Tataristanê kêfxweşiya xwe li hemebr serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, di vê serdana xwe ya yek rojî de ew dê digel mezine berprisên herêma Kurdistanê civîn û hevdîtinan pêkbîne.

 

Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe li hember serdana serokomarê Tataristanê bo Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, ev serdan bibe destpêka qonaxeke nû ji bo têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Komara Tataristanê bi awayekî ku, her du alî di warên cuda de sud ji tecrûbe û şarezayîya hev du werbigirin.

 

Nûçeyên têkildar