Jimartina dengên hilbijartinên Iraq û Kurdistanê dest pêkir

Hewlêr-KDP.info/ Seat 6ê êvarê dawî bi proseya dengdanê li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê hat û jimartina dengên hilbijartinên Iraq û Kurdistanê dest pêkir.
Rêveberê ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ji KDP.info re ragehand ku "Piştî bi dawî hatina proseya dengdanê yekser jimartina dengên hilbijartinên Iraq û Kurdistanê dest pêkir."
Derbarê jimartina dengên hilbijartina taybet, Hindirên Mihemed Rêveberê ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan got:"Dengên hilbijartina taybet dê sibe bên jimartin."
Îro seat 7ê sibê prosesa dengdanê bo Parlementoya Îraqê û civata Parêzgehan dest pê kiribû û li gor bernameya komîsyona serbixwe ya hilbijartinan di seat 6ê êvarê de bi fermî dawî bi prosesa han hat.




