Dawî bi proseya dengdanê hat

Hewlêr-KDP.info/Di seat 6ê êvarê de li seraserê Iraqê û Herêma Kurdistnê dawî bi prosesa dengdanê hat.
Îro seat 7ê sibê prosesa dengdanê bo Parlementoya Îraqê û civata Parêzgehan dest pê kiribû û li gor bernameya komîsyona serbixwe ya hilbijartinan di seat 6ê êvarê de bi fermî dawî bi prosesa han hat.
Ev cîhazên ku dengder bi rêya wan deng dan bernameya wan bi awayekiye ku ji seat 7ê sibê kar dikin heta 6ê êvarê, piştî seat 6ê êvarê ev cîhazên han bi awayekî etomatîkî tên girtin.
Hilbijartinên han bi awayekî giştî bi başî birêve çûn bi taybetî li Kurdistanê de her çend rêjeya beşdarî kirinê ev rêje nebû ku dihat payîn lêbelê li Kurdistanê de bi awayekî giştî ji bilî çend kêşe û arîşeyên teknîkî û ev arîşeyên ku hin aliyeke siyasî li hin bajaran de der xistibûn, proseya han bi başî û di nava rewşeke aram de hate birêkirin.
Arîşe û pirsgirêkên ku îro li Kurdistanê de der ketin bi taybetî di destpêka destpêkirina proseyê de arîşeyên teknîkî weke ji rawestana cîhaza dîcîtal, nexwedina pencemora dengderan û hêdî kar kirina ev cîhazên han bûn.
Ji aliyeke din ve li hin bajar û bajarokê Kurdistanê de aliyeke siyasî ya Kurdistanê çendîn car kêşeyên curbicur çê kirin û êrîşî alîgir û endamên Partiya Demorkat a Kurdistanê kirin. Bi taybetî li Silimanî, Erbet û Kerkûkê de, jiber vê çendê jî çar partiyên siyasî (PDK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê û Komela Islamiya Kurdistanê) li hember hewldanên aliyeke din ya Kurdistanî bo sextekariyan û ev êrîşên ku dike ser endam û alîgirên parityên din daxuyaniyeke hevbeş weşandin.




