26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

wezareta Pêşmerge, me ti çek nekirîye

Çavkanî: KDP.info

Emîndarê giştîyê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, ku herêma Kurdistanê ti girêbestek bo kirîna çekan digel wekatên Ewropî re muhr nekirîye.

Di evê derbarê de li gorî PNA, Cebar Yawer, birsiva ewan nûçeyên ku behs li kirîna çekên giran dikin ji alîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ve da û got, " ev nûçeyên han tenê propaganda ye û eger ti belge bi destê wan heye bila eşkere bikin".

Herweha Yawer ji kanala Aljazeere re got, hukûmeta Iraqê baş dizane ku her girêbesteka kirîna çekan pêdivî bi razemendîya serokê hukûmeta Iraqê heye, eger bi destê bêjedarê fermîyê hukûmeta Iraqê Elî Debax ti belge hene bila eşkere bike".

Wek tê xuyakirin ku li ser kenala Aljazeera bêjedarê fermîyê hukûmeta Iraqê Elî Debax ragihand, ku bi rastî ti belgeh dest me de nînin ku herêma Kurdistanê çekên giran ji welatên Ewropî kirîbe.


 

Nûçeyên têkildar