Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da

Pîrmam-KDP.info/Şêwirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li navendeke dengdanê li bajerokê Pîrmamê dengên xwe dan.
Weke welatiyên din yên Kurdistanê îro sibehê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi hevre li Pîrmamê dengên xwe dan.
Di destpêkê de karmendên navenda dengdanê nasname û belgeyên Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî kontrol kirin û pişt re jî pencemora xwe li dezgeha dîcîtal ya dengdanê dan û piştî wergirtina formên taybet, Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî jî weke welatiyên din yên Kurdistanê dengên xwe dan.
Hêjayî gotinê ye, îro seat 7ê sibê, proseya dengdanê destpê kir û Kurdistanî bi coşeke mezin beşdariya prosesa han kirin.




