Proseya dengdanê vê sibehê dest pê kir

Hewlêr-KDP.info/Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê îro saet 7ê sibehê bi dema Hewlêrê destpêkir û dê saet 6ê êvarî bi dawî were.
Di van hilbijartinan de wê hemwelatiyên Başûrê Kurdistan nûnerên xwe di Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan de hilbijêrin, herwiha hemwelatiyên din ên Iraqê wê nûnerên xwe ji bo parlamentoyê hilbijêrin.
Di hilbijartinên vê carê de zêdeitîr 20 melyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin.
Li Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin.




