Dîndar Zêbarî: Dê hatina koçberan bo Herêma kurdistanê berdewam be û xendek ne biryareke siyasî ye

Hewlêr-KPD.info/Hevkarê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku sînor bo koçberan vekirye û heta çareseriyeke siyasî bo krîza li Sûriyê neyê danîn, dê hatina koçberan bo Herêma kurdisanê bedewam be û xendek ne biryareke siyasî ye.
Dîndar Zêbarî rexneyên giran li hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî yên taybet bi penaberan girtin û got: "Niha 220 hezar koçberên Rojavayê Kurdistnê li Herêma Kurdistanê ne û tu alîkariyeke berçav ji xeynî alîkariya hikûmeta herêmê ji wan re nehatiye."
Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de bo BasNewsê re raghand ku hikûmeta Herêma Kudistanê ji astê alîkariya koçberan penaberan neraziye ji berku ne hikûmeta Iraqê û ne jî rêxistinên navdewletî yên alîkariya penabran di destpêka a de Neteweyên Yekbûyî tu hevkariya pêwsît pêşkêşî koçberên li Herêma Kurdistanê nekirine, tevîligel ku alîkarî berdewam tên lê ne li gor asta pêwîst in.
Zêbarî eşkere kir ku NY’ê îsal daxwaza 500 milyon dolar bo penaberên Sûriyê Ii Iraqê xwestiye lê pêşbînî kir ku tenê "Çend milyonek"ji koçberên li Herêma Kudistanê re bên şandin. Zêbarî da zanîn ku heta çareseriyeke siyasî bo krîza li Sûriyê neyê danîn, dê hatina koçberan bo Herêma kurdisanê bedewam be û ew koçber berî çareserkirina krîzê venagerin û got: "Sînorê Herêma Kudistanê bo koçberan vekirye."
Dîndar Zîbarî bal kişand ser xendeka ku li ser sînorê di navbera Herma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de tê kolan û wiha axifî: "Ew xendeqk bo ewlekariyê ye û tu biryareke siyasî li pişt nine, li Sûriyê bi dehan grûbên çekdar hene û me jî evna li ber çav girtiye. Rêxistinên navdewletî tu gazin an giliyek ji kolana vê xendekê nekirine û sînorê me nehatine girtin lê berdewam vekirîne û hatin û çûn heye."




