Yildiz: Nefta Herêma Kurdistanê dê heyva Gulanê were firotin

Hewlêr-AA-KDP.info-Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê derbarê nefta Herêma Kurdistana ya ku henardey Tirkiyê hatiye kirin ragehand ku dibe ku ew di heyva Gulanê de dest bi firotina wê nefta bikin.
Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz, îro li Osloya paytexta Nemsayê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz, derbarê firotina nefta Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de got: " Em jî dizanin ku Iraq pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bike dê ev yek bi kêrî Iraqê were. Wek ku em her gav dibêjin, ev neft nefta Iraqê ye û dibe ku di heyva Gulanê de dest bi firotina nefta xwe bikin."
Taner Yildiz destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku hilbijartinên sibê yên Iraqê bi kêrî hemû Iraqiyan û welêt bê û wiha pê de çû: "Em wisa hêvî dikin ku hilbijartinên 30ê Nîsanê him ji bo Iraqê û him jî ji bo aştiya li Iraqê baş be. Bakûrê Iraqê dibe ku di Gulanê de nefta xwe bifiroşe."
Ji Yildiz hat pirsîn, 'Gelo bihaya nefta ku ji Bakûrê Iraqê bê dê erzan be yan na?' Yildiz ji bo vê pirsê jî wiha got:" Di bazara dinyayê de bihaya neftê diyar e. Ev biha li hin herêman bi qasî ku em dibînin wek hev e û pir jî naguhere. TUPRAŞ ji bo vê bi wan re dê hevdîtinê bike, helbet dê jê re bihaya neftê jî bê gotin. Niha daxwaziyeke me ya ku bila bihaya neftê kêm bikin û bifiroşin jî tine ye. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi navbeynkariya SOMOyê dê nêzîkî 7 milyon ton neft bifiroşe. Heta niha herî zêde Bexdayê 4 milyon ton neft dişand. Niha li Ceyhanê nêzîkî milyonek û 500 hezar bermîl neft kom bûye û heta 2 milyon û 500 bermîlan jî em dikarin imbar bikin. Heke ew bişînin em ê jî bigihîjînin bazara dinyayê. Heke ev kar baş bimeşe dê bi kêrî Iraqê jî bê."




