BDPê êrişa terorîstî ya Xaneqînê şermezar kir

Duh teqîneke xwekujî li nava mîtîna alîgirên YNKê li Xaneqînê pêkhat û di encam de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser navê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û tê de êrîşa li Xaneqînê hat şermizarkirin.
Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniyê de sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û ji hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku di demeke nêzîk de berpirsên vê bûyerê bibîne û bide dadgehê.
Di daxuyaniya hevserokê BDPê de hatiye diyarkirin ku her aliyê ku bêje ew mirov e, divê bi tundî wê êrîşê şermezar bike û dengê xwe li dijî vê bûyerê bilind bike.
Herwiha Hevserokê BDPê got ku "Li kîjan perçeyê Kurdistanê bibe bila bibe, em şirîkê êşa her Kurdekî ne, êşa wan êşa me ye."




