26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rights Watch bombarankirina bi bermîlan ji aliyê rejîmê ve belgeh kir

Çavkanî: KDP.info
Ajans-KDP.info/ Rêkxistina çavdêriya mafên mirovan Human Rights Watch daxwaz ji Encumena Ewlekariya Navdewletî kir ku kar bike da ku çek derbasî Sûriyê nebin û rejêm bi êrîşên hovane tuhmetbar kir di riya topbarankirina bi bermîlên bombekirî li ser welatiyên sivîl.

 

Rêxistinê tekez kir ku wê 85 derktinên ezmanî yên ku rejêmê pêkaniye belgeh kiriye li ser taxên ku şervanên opozîsyonê kontrol kirine li parêzgeha Helebê ji 22 meha sibatê de.

 

Herwiha rêxistinê di raporta xwe de got ku divê Encumena Ewlekariyê derbasbûna çekan ji hikûmeta Esed re qedexe bike û çi kesên ku komkujiyan li Sûriyê pêk tîne.


Ev raport hat piştî 2 mehan ji biryara Encumena Ewlekariyê ya ku daxwaza rawestandina êrîşên hovane li ser welatiyên sivîl kiri bû û hêsankirina gihiştina alîkariyên mirovî.

 

Human Rights Watch diyar kir ku hemû derketinên ezmanî yên ku pêkhatine di riya bermîlên tijî madeyên teqemenî pêkhatine li dijî sivîlan bêyî cêwaz kirin.

 

Nûçeyên têkildar