26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîgirên Esed cardî li Qamişlo xwepêşandan kirin

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info/ Piştî Serokê Sûriyê Beşar Esed bi awayeke fermî xwe namzed kir bo postê serokkomar, doh li bajarê Qamişlo xwepêşandanek bo pştgîriya wî hat lidarxistin.

 Li gor peyamnêrê KDP.info li Qamişlo, xwepêşandan bi amadebûn û serpereştiya hêzên ewlekariya rejêmê û komîteyên bergiriya niştîmanî yên Mihemed El-Faris û çendîn alîgirên rijêma Beşar Esed hat lidarxsitin.

 Di xwepêşandanê de alayên Sûriyê hatin bilindkirin û xwepêşanderan bi sloganan dilsoziya xwe ya bo Beşar Esed anîn ziman.

 Herwiha ala Sûriyê li ser peykerê Hafiz Esed bavê Beşar hat bilind kirin û xwepêşander bi otomobîlan li nav kolan û cadeyên Qamişlo geriyan.

 Hêjayê gotinê ye demek e xwepêşandanên alîgirên rijêma Sûriyê li Qamişlo zêde bûne.

 

Nûçeyên têkildar