Kurdistan û Îran peyvendiyên xwe yên bazirganî berfiretir dikin

Hewlêr-KDP.info/ Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke bazirganî ya Komnara Îslamiya Îranê ku, ji Rostemî Qasimî berprisê komîteya pêşdebirina bazirganiyê li Îran-Îraqê û hijmareke rawêjkar û pisporên warê bazirganî û aborî pêkhatibû, kir.
Li bajarê Hewlêrê, duh roja dûşemê 28ê nîsana 2014ê, Di civînekê de, têkeliyên aborî û bazirganî yên navbera herêma Kurdistan û Îraqê û Komara Îslamiya Îranê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi tyabetî di warê aborî û xurtkirina bizava bazirganiyê de, hatin behis kirin.
Di civînê de, ji bona bilindkirina astê bizava bazirganî di navbera her du aliyan de û berfirehkirina hevkariya di warê enerjiyê de biryar hat dan ku, çend komîteyên hevbeş bên pêkanîn.




