Nêçîrvan Barzanî: Nefta Kurdistanê roja 2ê Gulanê derbasî bazarên cîhanê dibe

Hewlêr-KDP.info/Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, petrola Herêma Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal bi fermî derbasî nav bazarên cîhanê bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîneke taybet de digel Rûdawê, ku îşev saeta 21.05 bi dema Hewelêrê tê pexşkirin, li ser gellek pirs û arîşeyên navxwe, netewî û herêmî daxuyanî daye.
Serokwezîr Barzanî bo cara yekê roja firotina petrola Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de eşkere dike û dide zanîn, nefta Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal di bazarên cîhanê de were firotin.
Alîkarê Serokê PDKê her wiha behsa pêwendiyên PDKê bi partiyên Başûr û PKK û PYDê dike û dibêje, PDK naxwaze ti nakokiyên wê bi partiyên din re hebe lewma dê di van nêzîkan de bi PKKê re rûnê.
Barzanî li ser xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin jî daxuyanî da û got, ew xendeq bo parastina ewlehiyê tê kolandin.
Berfirehiya hevpeyvînê di hijmara nû ya rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê bixwînin ku her pêncşem tê ber destên we.




