25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêx Nehro Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî kir

Çavkanî: KDP.info

Îro dûşem 28.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêx Nehro Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî Serokê Komeleya Yekgirtina Iraqî û Şêx Xanî û Şêx Mihemmed nûnerên taybetî yê Şêx Nehro Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî kir.


Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan spas û xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û Serok Barzanî jî bi germî bi xêrhatina wan kir. Her li vê hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya Herêma Kurdistanê û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û hilbijartina parêzgehên Herêma Kurdistanê de axaftin.

Nûçeyên têkildar