26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnergeha ENKSê li Herêma Kurdistanê kiryarên Kantonên PYDê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Di daxuyaniyekê de nûnergeha Encûmena Niştîmaiya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li Herêma Kurdistanê kiryarên hikûmeta kantonan li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

 

Di daxuyaniya Nûnergeha Encûmena Niştîmaiya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li Herêma Kurdistanê hatiye, tevî rewşa awarte ya ku gelê Sûriyê têde derbas dibe û deverên kurdî jî rastî karîsetekê mirovahî tê û her bi pêşve diçe aloztir dibe, tiştê ku rewşê bêtir aloz dike ew kiriyarên xwerab yên ku her roj bi sere welatiyên Kurd têne kirin ji aliyê hikûmeta Kantonan ve (Cezîrê-Kobanê-Efrînê), wek girtina deriyê sînorê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de û ev yek zehmetkêşyia wan welatiyan zêdetir dike.

 

ENKSê dibêje ne tenê girtina deriyê Sînor lê kampaniya girtinê û qedexekirina çûn û hatinê û dûrxistina kesên rojnamevan û siyasetmedar ji ser axa Rojava bê sûnc û qedexekirina çalakiyên partiyan li ser erdê pêktîne di dema ku alîgirên rijêma Esed bi azadî li nava bajarê Qamişlo çalakiyên xwe lidardixin.

 

Kiryara herî dawî ew bû derxistina yaseya partiyan bi awayekî tekane û ev yek tiştekî nû bû li ser gelê kurd û tevgera wî a siyasî bi taybet.

 

Nûnergeha Encumena Niştîmaiya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li Herêma Kurdistanê kiryarên bi vî awayî şermezar kir yên ku ji hêza gelê kurd û tevgera wî a niştîmanî kêm dike û zirarê dighîne doza wî a netewî.

 

Nûnergehê di dawî de daxwaz ji gelê kurd kir ku li kêleka tevgera xwe a siyasî rawestin û redkirina wiha kiryar bikin.

 

Nûçeyên têkildar