Proseya dengdana taybet destpê kir û prose bi awayekî baş birêve diçe

Rêveberê giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê, Ebdula Xeylanî di daxuyaniyekê taybet de ji KDP.info re ragehand " Îro duşema 28/4/2014 seat 7 sibehê li Herêma Kurdistan û Iraqê de proseya dangdana taybet bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê û Civata Parêzgehên Kurdistan û Iraqê destpê kir û dê seat 6ê êvarê bidawî were.
Ebdula Xeylanî diyar kir ku " Heta hiha jî tu girift bo dengderan derneketiye û prose bi awayekî baş birêve dice."
Dengderên hêzên Pêşmerge, navxwe, hêzên artêş, polis, nexweş û girtî ji seat 7ê sibê ve dest bi dengdanê kirin.
Bo dengdana taybet bi giştî yek miliyon û 23 hezar kes xwedan mafê dengdanê ne û ji wan 80 hezar li Hewlêrê ne, 72 hezar li Silimanî û 35 hezar kes jî li Kerkûkê ne.
Xeylanî got: " Li Hewlêrê 48 binkên dengdanê taybetî hene, li bajarê Silêmaniyê 31 binke, herwiha li Dihokê 15 binkene, bi giştî 94 binkên dengdana tayebetî li herêmê îro vebûn."
Hêjayî gotinê ye, duh Iraqiyên dervey Iraqê jî li welatên cîhanê dest bi dengdanê kiribûn û îro jî dengdana wan didome.
Biryare roja 30 mehê dengdana giştî ya bo Parlementoya Iraqê û Civata Parêzgehan li Iraq û Herêma Kurdistanê destpê bike.




