26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bo pêşerojeke geştir, dengê xwe bidin her du lîstên 213 û 76 yên PDKê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serok Barzanî peyamek pêşkêşî endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê kir û têde ragehand ku Bo pêşerojeke geştir, dengê xwe bidin her du lîstên 213 û 76 yên PDKê; ev jî tekesta wê ye;

 

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Endam û alîgirên birêz yên Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

Gelê me piştî sê rojên din di roja 30ê nîsanê de bo du hilbijartinan diçe ser sendoqan û bo bihêztir kirina bingehên demokrasî û qonaxeke din pêngaveke girîng davêje, her du hilbijartinên parlementoya Îraqê û civata Parêzgehên Kurdistanê gelek girîng û çarenûssazin bo bihêztir kirina pêgeha Kurdistanê û baştir kirina îdareya parêzgehên Kurdistanê.

 

Li wir daxwaz ji we yên birêz dikim bi coşeke mezin beşdariya prosesa dengdanê bikin û wêcdana xwe bikin hekem û deng bi her du lîstên 213 û 76 yên Partiya Demokrat a Kurdistanê bidin, hûn azadin di nava wan her du lîstan de deng bi kîjan Berbijar bidin, lazime endam û alîgirên PDKê weke hertim zêdetir ji her keseke din girêdayî yasa û şîretên komîsyona hilbijartinan bin.

 

Daxwaz ji tevahiya we dikim rêçik û şîretên komîsyona serbixwe ya hilbijartinan cîhbicîh bikin, pêwîste bi awayekî girseyî roja dengdanê her kes biçe ser sendoqan, ewin ku xwedan mafên dengdanê ne biçin ser sendoq û dengên xwe bidin, daxwaz ji ciwanan, jinan dikim bi coşeke mezin beşdariya prosesa dengdanê bikin û dengên xwe bidin bi berbijarên xwe yên her du lîstên 213 û 76 yên PDKê.

 

Endam û alîgirên hêja, partî ji bo azadiya gelê Kurd hate damezrandin daku gelê Kurd bikarêbe bo xwe biryara xwe bide û ti kesek di şûna vî de biryar nede, sipas ji xwedê re ku bi piştgîriya gelê me di vê warî de pêngavên gelek girîng hatine avêtin, di pêvajoya niha de jî bihêz bûna PDKê bihêz bûna Kurdistanê ye lewre bi dengdana xwe ya bo berbijarên PDKê beşdariya amade kirina nexşeya dahatûya Kurdistanê bikin, bawer bikin PDK di xizmet kirinê de berdewam dibe û heta xweziyên Şehîdên me yên nemir bidest nexe ranaweste, PDK xwîna bi neheq rijayî ya Helebce, enfal û tevahiya Şehîdên Kurdistanê dike hevîna pêşerojeke geş bo Kurd û Kurdistan.

 

Bijî Kurd, Bijî Kurdistan, Nemrî ji şehîdan re

 

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Mesûd Barzanî

 

Nûçeyên têkildar