Parlamentoya Kurdistanê roja sêşemê dicive
__2014_04_27_h20m11s4__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Biryar e roja sêşembê (29.04.2014) Parlamentoya Kurdistanê bicive û di civînê de jî desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin.
Serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Sadiq Surçî di daxuyaniyekê de bang li parlamenteran kir ku roja sêşemê di civîna parlamentoyê de amade bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Li ser daxwaza frakisyonên Parlamentoya Kurdistanê, em hemû parlamenteran agehdar dikin ku roja sêşemê saet 11ê berî nîvro li Parlamentoya Kurdistanê amade bibin ji bo temamkirina karnameya civîna yekem û hilbijartina desteya serokatiyê parlamentoyê."
Hêjayê gotinê ye 218 roj dibe ku encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine eşkere kirin, lê belê li ser levakirina postên îdarî heta niha parlamento tenê carekê civiya ye û têde parlamenteran tenê sonda yasayî xwarin.




