26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo pehlewanên leş ciwanîiyê: Hûn pehlewanên netewî ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê yekîtiya webayî Kurdistan bo leş ciwanî re civiya.

 

Îro Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê yekîtiya webayî Kurdistan bo leş ciwanî Ehmed Mecîd û pehlewanê cîhanê Serda Îsmaîl û endamê saziyên girseyî Sabîr Ehmed kir.

 

Di hevdîtinekê de birêz Mesrûr Barzanî bigermî bixêr hatina mêwanan kir û jiber wergirtina xelatên cîhanî yên ku sala derbasbûyî li Almaniyayê weke nunerên Kurdistanê beşdariya misabêqeyan kiribû pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wan ki û got: Hun cêha serbilindiya me ne û we serê me bilind kir hun pehlewanên netewî ne û destkeftên mezin bidest xistiye.

 

Mesrûr Barzanî herwiha jiber endam bûna yekîtiya wan di yekîtiya Asiyayê de jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wan kir.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serdar Îsmaîl jî behsa kar û çalakiyên yekîtiya webayî ya Kurdistanê û beşdarî kirina yekîtiya han di misabêqeyên cîhanî kir û got: "Me weke nunerên Kurdistanê bi bilind kirina alaya pîroz ya Kurdistanê û marşa netewî ya Ey Reqîb beşdariya wan misabêqeyan kiriye."

 

Pişt re Ehmed Mecîd jî behsa hewldanên heyî yên bo endam bûn xwe di yekîtiya webayî Kurdistan bo leş ciwanî kir û yekîtiya cîhanî endamtiya wan pejrandiye û bi vê rengî ji astengiyên ku Bexda ji wan re çê kiribûn rizgar bûne.

 

Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa girîng û rola werizişê bo nasandina gelê Kurd hate kirin û Mesrûr Barzanî got: Weriziş bo nasandinê gelek girînge jiber ku weriziş ti sînorek nas nake û li her derê cîhanê de alîgirên xwe hene, lewre hun dikarin bi rêya werizişên xwe nuneratiya gelê xwe bikin hun ku bi alaya pîroz ya Kurdistanê beşdariya misabêqeyan dikin, nabe mebesta we serkeftin ji wan misabêqeyan be belku dibe mebesta we zêdetir nasandina gelê Kurd û gehandina peyama gelê Kurd bi gelên din yên cîhanê be.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa kêşe û arîşeyên berdem weriziş bi taybetî li berdem werizişa leş ciwanî li Kurdistanê de hate kirin û hate gotin ku heta niha proje qanûna werizişa leş ciwanî ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve nehatiye amadekirin.

 

Bo çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî çendîn pêşniyar hatin pêşkêşkirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku dibe ew kesên ku li hember ev karên han berpirisyarên dibe kesên pspor û jêhatî bin û nirxa weriziş û girîngiya werizişê bizanibin û got: "Ew kesê ku xwesteke vî nebe pêş nakeve, dema werizişwanek bi hêz û karînên xwe digehêje zirveyê dibe piştgîrî jê were kirin û mafê vî jî heye ku ji aliyê berpirisên welatê xwe ve were xelatkirin û melewana zêrîn ji wan wer bigire pêwîste ev tiştên han di çarçoweya qanûnê de werin serrastkirin."

 

Di dawiya vê hevdîtina han de çend xelat û wêneyên Mr Yoniphercian pêşkêşî Mesrûr Barzanî hatin kirin û li hember de jî Mesrûr Barzanî got: "Em bi we ser bilindin û bi her awayî amademe bo serkeftina zêdetir piştgîriya we bikim."

 

Nûçeyên têkildar