26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bi berfirehtirîn awayî beşdariyê li hilbijartinan bikin û şaristaniya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info/ Bi helkefta destpêkirina hilbijartinên Parêzgehên Herêma Kurdistanê û Encûmena Nûnerên Iraqê, serok Barzanî peyamek belav kir û tê de ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê xwest ku bi berfirehtirîn awayî beşdariyê li hilbijartinan bikin û şaristaniya Kurdistanê pêş cîhanê bikin; Ev jî tekesta peyama wî ye:

 

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hemwelatiyên ezîzê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê!

Sipas ji bo xweda û we yên ezîz carekî din ew derfet hate holê ku xelkê me yê xweşdivî li rêya sindoqên dengdanê ve biryarê li jiyana siyasî û birêvebirina xwe bidin. Li vê qonaxê da beşdarîkirina we li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê girîngiyekî taybet û dîrokî heye û senga siyasiya Kurd li Iraqê bihêztir dike. Ji bo bergirîkirina mafên gelê Kurd û rûbirûbûna nehezên gelê Kurd ya li pêvajoya siyasiya Iraqê da daxwazê ji we dikim bi coşî û xweşiyê ve beşdar bibin û nûnerên xwe yên li Encûmena Nûnerên Iraqê hilbijêrin.

Ezîzan

Hilbijartina Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê bandoreke raste rast li ser baştirbûna birêvebirina bajar û bajarokan û xizmetguzariya ji bo hemwelatiyan û her wiha kûrtirbûna çanda demokrasiya li nav civakê de dibe. Daxwazê ji we dikim bi berfirehtirîn awayî beşdariyê li vê hilbijartinê bikin û deng bi wan kesan bidin ku dikarin bi baştirîn awayî xizmeta welatê me bikin.

Bi pêwîstî dizanim daxwaz ji aliyê peywendîdar û dezgehên asayîş û komîsyona hilbijartin û hemû hemwelatiyên birêz bikim ku hewl bidin hilbijartinên roja 30 Nîsanê bi baştirîn awayî birêve biçê û wêneya şaristanî û serdemiyaneya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.04.2014

Nûçeyên têkildar