26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Proseya dengdanê ji bo Civata Nûnerên Iraqê li dervey welat dest pê kir

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info/ Îro sibehê proseya dengdanê ji bo hilbijartina endamên nû yên Civata Nûnerên Iraqê li dervey welat dest pê kir.

 Îro yekşema 27/4/2014 saet 9:30 li 19 welatên cîhanê proseya dengdanê ji bo hilbijartina endamên nû yên Civata Nûnerên Iraqê li dervey welat dest pê kir û dê dengderên Herêma Kurdistanê û Iraqê berê xwe bidin 102 navendên dengdanê.

 

Li gor komisyona Bilind a Hilbijartinan, proseya dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê li 70 bajarên 19 welatan dê 2 rojan berdewam be.

 

Proseya dengdanê li Almanya, Awstraliya, Amerîka, Berîtanya, Êran, Danîmark, Tirkiyê, Urdun, Misr, Îmarata Erebî, Libnan, Swêd, Holanda, Keneda, Fransa, Nemsa, Nerwîc, Spanya û Newzlanda tê kirin.

Nûçeyên têkildar