26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayiş li ser xendeqa Hewlêrê daxuyaniyekê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info/Rêveberiya Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê xendeqa Hewlêrê ku wek "kembera ewlekariyê" bi nav dike, belav kir û tê de tekîd dike ku ti mebestên siyasî li pey wê xendeqê tine ne.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku "kembera ewlekariyê ya bajarê Hewlêrê mijareke ewlekarî ye û bi mebesta peydakirina ewlekariyê ji bi bajarê Hewlêrê û prastina milk û malên hemwelatiyan û rêgirtin li derbasbûna terorîstan, ev çend sale li derdora Hewlêrê hatiye kolandin."

 

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê diyar kir ku "ji ber cografiya bajarê Hewlêrê ji hemû aliyekî de vekiriye û deşt e , her wek çawa li hawîrdoa bajarê Kerkûkê kembereke ewlekariyê hatiye kolandin". û wek karekî baş da zanîn.

 

Di daxuyaniyê de herwiha got "Tiştê ku niha tê behskirin bi tenê veguhestina cihê wê kemberê ye, ji ber ku sînorê bajarê Hewlêrê berfereh bûye, bi awayekî ku rûberekî berferehtir li xwe bigire."

 

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê bal kişand ku ew kember li hawîrdora Hewlêrê hatiye kolandin û dê 18 xalên kontrolê li wê kemberê bên danîn ji bo ku hatin û çûna hemwelatiyan li derdora bajarê Hewlêrê hêsan bibe.

 

Nûçeyên têkildar