26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî li Zaxo: Bi ti awayekî em çokê dananên bo guvaşên Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Zaxo_KDP.info/Di çarçoveya xebatên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê yên PDKê de , Nêçîrvan Barzanî di ahengeke cemawerî ya alîgirên PDKê de li Zaxo gotarek pêşkê kir û ragehand ku ew bi ti awayekî em çokê dananên bo guvaşên Bexdayê.

 

Di mîtînga hilbijartinê ya PDKê de, parêzgarê Dihokê Temer Remezan, hunermendên navdar Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî beşdar bûn.

 

Tatlises li kêleka Temer Remezan rûniştibû û ala PDKê avêtibû stûyê xwe.

 

Cemawerên amade çendîn caran dengê xwe bilind kirin û daxwaza biparêzgehbûna Zaxo ji Nêçîrvan Barzanî kirin, di himber de Barzanî soz da ku ew wek serokwezîr û alîkarê serokê PDK dê hewl bide vê daxwaza Zaxoyiyan pêk bîne.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêwîste parlamenterên Kurd li Bexadyê destkefên Kurdan ên di destûra Iraqê ya sala 2004an û 2005an de hatiye pejrandin, biparêzin.

 

Derbarê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîr Barzanî got: "Eger ew bawer dikin ku dê bi van tiştan miletê Kurd teslîm bigirin, ez ji Zaxo bo wan dibêjim ew xewn e bo wan, miletê me miletekî xweragir e û ti carî çokê dananê li himber wan tiştên ku Bexda dike. Bi ti awayekî em çokê dananên bo guvaşên Bexdayê. Em qebûl nakin karta bûdceyê wek mafekî gelê me li dijî gelê me bê bikaranîn."

 

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku wan bawer dikir ku Iraq hatiye guhertin lê niha bi biryareke xweser Bexad mûçeyê Herêma Kurdistanê dibire û got: "Emê hewl bidin mûçeyê peyda bikin û nahêlin ew mûçe bê xwarin. Emê mekanîzmeke nû li Bexdayê pêk bînin da êdî bi biryareke yekalî kes nikaribe mûçeyê me bibirre."

 

Barzanî balkişand ku dê sendûqên dengdanê arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê çareser bikin û daxwaz kir ku hemû kes tevî pîrejin û pîremêran roja 30ê Nîsanê berê xwe bidin navendên dengdanê û got: "Ev her 4 salên bê, gellekî girîng in bo berevaniya mafên Kurdistanê li Bexadyê û serxwebûna aborî ya Kurdistanê."

  

Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêşketin û avedaniya li Herêma Kurdistanê heye kir û got: "Karwana avakirina Herêma Kurdistanê nayê rawestandin."

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi serdana vê dawiyê ya şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tikriyê kir û behsa vekirina 5 deriyên sînorî yên nû di navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê de kir û got: "Ev yek dê bibe sedemek bo pêşvebirina barê aborî li Herêma Kurdistanê û dê karê bazirganiyê navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê zêde bike."

 

Derbarê pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku: "Em dixwazin hikûmeteke binfereh pêk bînin ku hemû alî tê de beşdar bibin û her kes tê de serkeftî be û xizmeta hemû Kurdekî bike."

 

 

 

Nûçeyên têkildar