Mesrûr Barzanî bo malbata şehîd Xalidî Xulesûr: PDKê mala mezine û hatina we jî cihê dilxweşiyê ye
__2014_04_26_h19m49s31__BA.jpg)
Hewlêr_KDP.info/ Mesrûr Barzanî pêşwazî li xizmên şehîd Xalidî Xulesûr, serokê êla Xeware li parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê, kir, û ji wan re ragehand " Pişt rast bin ku PDKê mala mezine û hatina we jî cihê dilxweşiyê ye." Herwiha serokê êla Xeware got: " Me biryar daye bi hemû şiyanên xwe xizmeta rêbaza Barzaniyê nemir bikin û em Serok Barzanî bi bavê xwe yê mezin datînin."
Îro şemiya 26/4/2014 birêz Mesrûr Barzanî pêşwazî li kur û xizmên şehîd Xalidî Xulesûr, serokê êla Xeware li parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê, kir.
Di destpêka rûniştinê de Mesrûr Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û li rewşa wan pirsî û got: " Pişt rast bin ku PDKê mala mezine û hatina we jî cihê dilxweşiyê ye."
Ji aliyê xwe ve şêx Şaho Xalidî Xulesûr serokê êla Xewre, sipasiya wê pêşwaziya gerim kir û got:" Me biryar daye bi hemû şiyanên xwe xizmeta rêbaza Barzaniyê nemir bikin û em Serok Barzanî bi bavê xwe yê mezin datînin, ji ber ku hemû kar û helwîstên wî di xizmweta berjewendiyên miletê me dene."
Di mijareke dinî rûniştinê de Mesrûr Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî kir û got: " PDKê bi armanca aramî û seqamgîriya Kurdistanê piştî hilbijartinên perlementoyê Herêmê gelek însiyatîv pêşkeş kirine, çunkî ew tişta di demê aramiyê de dê qet di dema aloziyan de nayê, herwiha yekrêzî gelekî girînge bo bi dest xistina destkeftên zêdetir."




