Serok Barzanî: Dijmin xwest bi bordiman kirina Qeladizê îradeya xelkê bişkîne û jiyana şoreşgerî nehêle

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 40 saliya bordimankirina bajarê Qeladizê peyamek pêşkêş kir.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta 40 saliya bordimankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta wê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi boneya 40 saliya bordimankirina bajarê Qeladizê û zanîngeha vê Silimanî ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve, silav pêşkêşî rihê paqij yê şehîdên wan karesatan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikim.
Dijmin û neyar xwestin bi bordiman kirin û wêran kirina Qeladizê, rastgoyiya xelkê deverê û îradeya xelkê bişkîne û jiyana şoreşgerî li deverê de nehêle lêbelê xelkê deverê karî bi berxwedan îradeya xwe li ser neyaran bisepîne û lihember neyaran de biser keve.
Silav ji qehremanî û berxwedana xelkê serbilind yê Qeladizê.




