Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê teqîna teroristiyaya Başîkê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info/ Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê teqîna teroristiya êvara roja çarşemê rêkefta 23-4-2014 li Başîkê şermezar kir.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî teqîna duhê ya li gundekî devera Başîkê şermezar kir.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya han de diyar kiriye ku mixabin duhê bi şev bi rêya teqandina kamiyoneke bombekirî li gundê Bay Buxt ê nahiya Başîkê de hijmareke welatiyên Medenî canê xwe ji dest dan û hijmareke din jî birîndar bûn û di nava wan kesan de ku Şehîd ketine namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Parlementoya Iraqê Şêx Salim Kêkî jî hebûye û herwiha hijmarek ji Şehîd û birîndaran jî jin û zarokin.
Em weke Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê hevdem ligel şermezarkirina ev kiriyara han ya terorîstî ku welatiyên medenî kiriye amanc, pirse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên vê kiriyara han ya terorîstî dikin û em jî hevparê xem û keserên we ne.
Em hêvî dikin ku welatiyên birîndar rewşa wan ya tendirostî baş bibe û tevahiya karîn û hewldanên xwe bi tevger dikin bo nehêştina teror û kiriyarên terorîstî û zalkirina qanûn û aramiyê.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê
24.4.2014




