26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Tirkiyê: Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê hat pejirandin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê ku beriya bi demekê hate damezrandin, serî li wezerata navxwe ya Tirkiyê dabû, wezaretê bersiv da û bi fermî hebûna Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê qebûl kir.

 

Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş ragihand ku wezerata navxwe ya Tirkiyê serlêdana wan qebûl kiriye.

 

Mehmet Emîn kardaş kefyxweşiya xwe li hember vê biryarê anî ziman û got: "Gelek aliyan digot ji ber peyva Kurdistanê serlêdan nayê qebûlkirin, lê me dît ku serlêdana me hate qebûlkirin. Em dê roja duşemê herin mameleya xwe bistînin û dest bi xebatên xwe bikin."

 

Biryar e roja 28ê nîsanê endamên wê partiyê serdana Enqere bikin û li wezerat navxwe destûra avakirina partiyê werbigirin.

 

Nûçeyên têkildar