Dizeyî : Vebûna aborî ya di navbera Tirkiyê û Herêmê de bandoreke baş bi ser mafên Kurdan li Tirkiyê jî kir

Sefîn Dizeyî di hevpeyvînekê de ligel ajansa BasNews Beşê Erebî de, da xuya kirin ku amadekariyên piroje hinardekerina petrola Herêma Kurdistanê berve bazarên cîhanê bi ser Tirkiyê ve, vedigerê 2 salan paş ve, û diyar kir ku ev yek li gorî destûrê yek ji mafên rewa ya Herêma Kurdistanê ye.
Dizeyî diyar kir ku Tirkiyê çendîn car daye xuya kirin ku ew bi peymanên ligel Herêma Kurdistanê morkirina pabende û pêve girêda ye, lê ew diwxaza Hewlêr û Bexdad li gorî darijtenekê ku berjewendiyên hemû Iraqê li ber çav digrine lihev bikin, û diyar kir ku ew ji aliyê xwe ve hêvîdarin ev yek li gorî maknîzma em hêvî dikin birêve biçe.
Wekî din Dizeyî da xuya kirin serxwebûna aborî di heman demê de nayê wateyê serxwebûna siyasî yan cuda bûnê û diyar kir ku ew ji aliyê xwe pêşwazî li her dewletê dikin ji bo ligel Kurdistanê weku Tirkiyê di 2 salên dawî de kiriye peywendiyên aborî daynin.
Her wiha diyar kir ku ev vebûna aborî ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de bûye, bandoreke baş bi ser mafên Kurdan li Tirkiyê jî kir, Tirkiyê ku bibîne Kurd û serkirdeyên Kurd li herêmê faktorekî aramiyê ne, wê demê dê ji avabûna dewleteka Kurdî netirse, ji ber ku ev hebûna Kurdî bandorê bi ser pêvajoya aştiyê ya niha li Tirkiyê birve diçe jî dike.
Derbarê pirsekê de ma gelo Herêma Kurdistanê berve cudabûnê ve diçe û ka wê helwesta Tirkiyê çi be? Dizeyî got: Kurd li Êraqê ne faktoreke cudabûnê ne, lê em dibînin ku Iraq berve perçebûnê ve diçe, ya girîng ji bo me ew e ku Herêma Kurdistanê aram û ewle bimîne û destkefitiyên ku di nava van 12 salan de bi dest xistiye biparêze, lê weku Serok Barzanî diyar kir serxwebûna Kurdistanê yek ji mafên me ne.
Dizeyî wiha berdewam kir: Divê serxwebûna Kurdistanê li ser hîma têghîştinê be, ji şer û tundetujiyê dûr be.
Bi piresa ma gelo rêkeftina teybet a hinardekirina Petorla Kurdistanê birêya Tirkiyê armanc ji ew e ku Tirkiyê serxwebûna Kurdistanê bipejrînê ye? Dizeyî got: Beriya heyvekê wezîrê Karê derve ya Tirkiyê Dawudoglo li zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê got ku pêdiviya welatê wî bi ernerjiyê heye û ji aliyê teknîkî ve devera herî nêz ji bo wê Herêma Kurdistanê ye, her wiha got ku Tirkiyê dikarê bibe navenda belavkirina enerjiyê berve Ewropa û dikarê ji % 15 ji eneriya ji ku derê Ewropa ku ew jî ji Herêma Kurdistanê ye dabîn bike û dîsa got ku Herêma Kurdistanê îro li ser neqşa enerjiyê ya cîhanê ye û dê xwedî bandor be, enerjî jî siyastê çêdike.




