25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Posta Wezareta Navxwe yek alî bûye… Cihê Yekgirtû di nava hikûmetê de ye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî ragihand ku pirsa wergirtina posta Wezareta Navxwe yek alî bûye.

 Fazil Mîranî ku mêvanê bernameya Kevana Sor bû li ser Rûdawê, behsa pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û arîşeyên li pêş kir.

 

Mîranî di vî warî de ragihand ku pirsa wergirtina Wezaret Navxwe yek alî bûye û got:"Berî niha Serok Barzanî got Wezareta Navxwe bo PDK ye, em jî li ser wê yekê kar dikin da em vê axevtinê bi cî bikin."

 

Sekreterê polîtburoya PDK pêşbînî kir ku berî encamdana hilbijartinan dê awayê hikûmeta nû diyar bibe û amaje kir ku: "Eger YNK berî hilbijartinan beşdarî hikûmetê bibe dê cîgirê serokê parlamentoyê werbigire, ji xwe PDK bi wergirtina posta sekreterê parlamenoyê zirarmend nabe."

 

Di bersiva pirsyara ku eger YNK berî hilbijartinan neyê nav hikûmetê, Mîranî got: "Wê demê dê gotineke me ya din hebe."

 

Herwiha sekreterê polîtburoya PDK ragihand ku:"Nabe hemû tiştê ku hevpar bixwaze pêk bê."

 

Derbarê wan postên ku bo YNK jî hatine danîn, Mîranî got ku ew guncaye ne.

 

Ji aliyek din ve Mîranî behsa daxwaza Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir bi guhertina Wezareta Elektrîkê û got: "Nabe ku me wezaretek bo aliyekî danabe û piştire bidin aliyekî din, lê dibe ku ligel Wezareta Elektrîkê em posteke din bidin wan."Herwiha ragihand ku: “Bi hemû lojîkekê cihê Yekgirtû di nava hikûmetê de ye.”

 

Sekreterê polîtburoya PDK behsa rêkeftina stratîjîk di navbera PDK û YNK de jî kir û got: "Eza nabêjim ku rêkeftina stratîjîk nemaye."

 

Lê di nêrîna wî de sedema sereke ya kalbûna rêkeftina stratîjîk daketina her du aliyan bi cuda di hilbijartinên 21ê Êlûna sala bû û got: "Li gor rêkeftina stratîjîk pêwîstbû em bihev re beşdarî hilbijartinan bane, tevî hilbijartinên rêxistin û sendîkan, lê YNK ne tenê di hilbijartinên parlamentoyê de bi tenê beşdar bû, lê li hilbijartinên sendîkaya parêzeran jî ligel opozîsyonê rêkeftin kir."

 

Nûçeyên têkildar