26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Moon: Hilbijartinên li Sûriyê dê astengiyan li ber piroseya siyasî derxîne

Çavkanî: KDP.info
Sûriyê-KDP.info/ Doh, roja duşemê Neteweyên Yekbûyî got ku sekretêrê giştî Ban Ki Moon hişyarî da Sûriyê û diyar kir ku lidarxsitina hilbijartinan li Sûriyê dê astengiyan li ber piroseya siyasî derxîne.

 Herwiha berdevkê bi nave NY Sitîvan Docarîk got ku Ban û şandeyê navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Ibrahîmî hişyarî dan ku eger helbijartin di vê rewşa aloz de lidarbikeve wê demê astengî li pêş opêrasyona siyasî dê bê dayîn.

 Wî berdevkî lêzêde kir ku wekû van hilbijartinan li dijî deqa cinêvê ye.

 Ev daxuyaniya han hat piştî ku dema hilbijartinên serokkomar li Sûriyê hat diyar kirin.

 Hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê, roja 3 Hezîrana 2014`an têne encamdan û deriyê xwe namzetkirinê jî ji sibe sêşemê tê vekirin.


Li gor nûçeyeke ajansa fermî a Sûriyê Sana, serokê parlamena Sûriyê, Mihemed Cîhad Leham di rûniştina parlemanê de gotiye: “Roja Sêşemê 3/6/2014, demjimêr 7:00 sibehê bi dema Şamê  deriyê dengdanê li pêş hevwelatiyên li ser xaka Sûriyê tê vekirin û demjimêr 7:00 êvarê jî dengdan bi dawî tê.

Leham ragehand ku îro 22/4/2014 deriyê xwe namzetkirinê bo hilbijartinên serokomariyê li Sûriyê tê vekirin û heta roja Pêncşemê 1/ 5/2014`an deriyê xwenamzetkirinê tê girtin.

Nûçeyên têkildar