Çekdarên PYDê 15 endamên PDK-S girtin û bi zorê vegerandin Herêmê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Li ser sînorê navbera Rojava û Başûr, 15 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku dixwestin derbasî Rojava bibin ji aliyê asayişa Kantona Cizîrê ve hatin girtin.
Duh duşema 21/4/2014 dema ku 15 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê dixwestin ji gundê Şilikiyê yê Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê asayişa Kantona Cizîrê li gundê Girbalatê ew girtin.
Hat zanîn ku 8 endamên kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriyê ku endamê komîteya navendî Salih Cemîl jî di nav wan de bû, ligel 7 endamên din jî yên partiyê li gundê Girbalat ji aliyê asayişê ve hatine girtin û nasname û telefonên wan ji wan hatine standin û û piştî çend setan ew bi zorê vegerandin başûrê Kurdistanê.




