Rêzdar malbata xwedê jêrazî Qeval Silêman Sivo

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Qeval Silêman Sivo kesayetiyê navdarê civakî û Endamê Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan û Mezinê Qevalên Êzdîyan gihîşt min.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên rêzdar û hemû xuşk û birayên Êzdî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Rola camêraneya Qeval Silêman Sivo li bi serdaçûna zulm û zoriya neyarên gelê me û parêzgerîkirina nasnameya Kurdayetiya Êzdiyan nayê ji bîr kirin û li rûpelên dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê me da wê bê nivîsîn.
Hêvî ji xwedayê mezin dikin ku Qeval Silêman Sivo bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2014




