26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Desteya Hevrêziya Niştimanî li Sûriyê hilbijartinên serokkomar red dike

Çavkanî: KDP.info
Ajans-KDP.info/ Desteya Hevrêziya Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê gava tek alî ya rejîmê bo encamdana hilbijartinên serokatiyê, red kir.

 Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, ku li ser malpera wê ya fermî hatibû weşandin, wiha ragihandiye: "Em gava tek alî ya rejîmê bo encamdana hilbijartinên serolaktiyê, red dikin, ji ber ku ew ve dibe kelem li pêş proseya siyasî û rewşa li welat aloztir dike."

Desteya Hevrêziya Niştimanî rexneyên giran li civaka navdewletî girtin bo rawestana dansûtandinên Cenêvê di navbera şanda opozîsyon û şanda rejîma Sûriyê de, tevî ku ew ne beşek ji şanda opozîsyonê bû.

 Herwiha desteyê tekez kir ku ew dibîne ku kongreya Cenêvê rêya herî başe bo gihiştin bi çareseriyeke siyasî û her danûstanek li derveyî Cenêvê “Red dike“, herwiha Desteya Hevrêziya Niştimanî daxwaz ji welatên Erebî û herêmî kir ku bi rola xwe rabin bo serxistina proseya siyasî li Cenêvê.

 Di dawiyê de Desteya Hevrêziya Niştimanî daxwaz ji hemû aliyên opozîsyonê kir ku li ser yek maseyê rûnin û bigihn bernameyekî siyasî yê hevbeş, bo bihêzkirina opozîsyona Sûriyê li ser astê Erebî, herêmî û navdewletî.

 

Nûçeyên têkildar