26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK-S kiryarên PYDê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di daxyaniyekê de de kiryarên neberpirsyar ên PYDê şermezar kir.

 Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê di daxyaniyek ragehand ku çapek jê gihişte KDP.info, têde hatiye ku kiryar û reftarên şaş ên PYDê ku di navbera demekê û demekê de dike xizmeta doza kurdî nakin û hevkariyê di bicîanîna daxwazên gelê kurd de nakin.

PDKSê PYDê bi wê yekê tuhmetbar kir ku wê astengî li pêş lidarxistina kongireya wan a yekgirtinê derxistine, deriyê sêmalka li pêş endamên kongireyê girtiye û endamên ku vegeriyan Rojavayê Kurdistanê girtine û bi kotekî bo Herêma Kurdistanê vegerandine.

 Polîtbîroya PDKSê got ew kiryarên neberpirsyar ên PYDê şermezar dikin û bang li Partiya pyd ê kir ku bi cidî li xwe vegere û kiryar û siyasetên xwe yên şaş serast bike û dev ji reftarên xwe yên tundûtîjî, dûrxistin û xayinkirinê berde.

 PDKSê ji PYDê xwest ku li şûna vê siyaseta xwe ya şaş piransîpa diyalogê, hevtêgihiştinê û karê biratî yê hevbeş bipejirîne.

 

Nûçeyên têkildar