26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Xendeq li dijî tu aliyekî siyasî nehatiye kolan belku bi armanca parastina Herêmê ye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info/ Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civîna şanda danûstandinan a PDKê û YNKê bi medyayê re ragehandin, û Nêçîrvan diyar kir ku xendeq li dijî tu aliyekî siyasî nehatiye kolan belku bi armanca parastina Herêmê ye.

 Destpêkê Berhem Salih ragihand ku di civînê de ew bi dirêjî li ser avakirina hikûmetê sekinîn û nêrînên her du aliyan yek bû ku divê hikûmeta berfereh zû bê avakirin.

 Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî li ser beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem de tekîd kir û got "Em pêwîst dibînin ku YNKê tevlî kabîneya bê bibe."

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: "Civîna me gelek aşkere bû, em pê hesiyan ku her du alî dixwazin hikûmet zû bê avakirin û gotûbêjên me jî di vê çarçoveyê de bûn, YNKê jî li gor rewşa xwe nêrîna wan heye û em jî rêz li nêrîna wan digirin."

 Berhem Salih diyar kir ku YNKê li hember rêkeftina PDKê û Tevgera Gorran ne dilgiran e û got: "Me ji roja yekem de tekîd li ser hikûmeta yekrêziya niştimanî kiriye."

 Nêçîrvan Barzanî derbarê wezareta navxwe de bal kişand ku nêrîna YNK û PDKê li ser wê wezaretê cuda ye û got: "Pirs û bersivên me ji bo hev heye û emê bersiva hev bidin."

 Nêçîrvan Barzanî, li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, ku 16ê vê mehê pêk hat, ragihand ku serdana wî ya Tirkiyê di çarçoveya pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bûye û wiha got: "Em bi serokwezîr û rayedarên din ên wî welatî rûniştin."

 Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gellekî pêş ketine.

 Serokwezîr Barzanî, li ser pirsa enerjiyê û helwesta Tirkiyê li ser firotin û hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê jî got, di hemû warî de bi taybet li ser pirsa enerjiyê, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de lihevkirinek baş heye, ti kêşeyekî Tirkiyê bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê re nîne ji ber ku siyaseta wan eşkere ye û dibêjin, nefta we ye û hûn dikarin bifroşin.

 Nêçîrvan Barzanî, li ser rewşa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, mixabin heta niha tiştekî nû û erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çênebûye û da zanîn, heta niha jî hikûmeta Iraqê pişka bûdceya Kurdistanê ya mehên Adar û Nîsanê nedaye, tenê pişka mehên Çile û Sibatê şandiye ew jî tenê têra mûçe dike lê pişka hemû beşên din ên Iraqê hatiye şandin.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fikarên xwe li ser xitimandina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman û got, em li benda wê bûn ku di çarçoveya Iraqê de bigihîjin rêkeftinê, ji bo vê jî me gellekî sebir kir lê sebir jî sînorê xwe heye. helbet eger em bizanin rêkeftin pêk nayê wê çaxê emê çareya xwe bikin.

 Li ser pirsyareke rojnamevanan derbarê kolana xendeqa li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî da xuya kirin ku ew xendeq li dijî tu aliyekî siyasî nehatiye kolan belku bi armanca parastina herêma Kurdistanê .

Nêçîrvan Barzanî got: "Jibo parastina herêma Kurdistanê û jiyana welatiyên herêmê tişta bê xwestin ewê bikin, pêwîst bike ewê xendeqan bikolin."

Nûçeyên têkildar