26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Govara Gulan bûye navendek ji bo diyaloga bîr û ramanên cûda

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pîrozbahî li Govara Gulan kir; Ev jî tekesta wê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sernivîskar û rojnamevan û karmendên kovara Gulan 

Silav û rêz..

Bi helkefta bîstehemîn salvegera derxistina kovara Gulan germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên xweşdivî dikim.

Xweşhalim ku dibînim Gulan li bîstehemîn sala karkirina xwe da hengavekî girîngê din ji bo xizmeta xwendevan avêt û ji bilî li kovarekî dewlemend bi lêkolîn û hevpeyvîn û raportên şîrovekarî, bûye navendek ji bo diyaloga bîr û ramanên cûda û dest avête çapkirina kitêbên sengîn û bi sûd, bê guman ewe berhema ked û xebata kedkareke çalak û dilsoze. Destxweşiyê li we dikim û hêvîdarim wekî ku çawa Gulan bi ezmûntirîn kovara siyasî ya Kurdistane û singa xwe li ragihandina Kurdistanê da parastiye, her bi vî awayî li tevgera pêşketin û xizmetkirina projeya neteweyî de berdewam bin.

Bi wê hêviya sala nû ya temena kovara we, sala berdewamî û pêşketinên zêdetir bê. Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/04/2014

Nûçeyên têkildar