26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bingehê Laleş: Bi hêzbûna lîstên PDKê û namzetên partî li Neynewa serkeftina Êzdiyane

Çavkanî: KDP.info

Elmaniya taybet bi KDP.info/ Bingehê Laleş yê rewşenbîrî û civakî li Elmaniya ku taybete bi kurdên Êzdî daxwaz ji gişt endam û alîgirên bingeha Laleş li Ewropa kir ku beşdariyeka ektîv li proseya hilbijartinên perlemanê Iraqê de bikin û dengê xwe bidin lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Xelat Şêx Murad serokê bingeha Laleş yê rewşenbîrî û civakî li Elmaniya ji KDP.info re dûpat kir ku gişt endam û alîgirên bingehê Laleş li Ewropa dengê wan bo lîst û namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.

Şêx Xelat amaje da bi wefadariya Êzdiyan jibo rêbaza pîroz a Barzanî û got: " Êzdî baweriya wan bi desthelata hekîmane ya Serok Barzanî heye ku berpirsê proseya bihevrejiyan û lêborîna aynî ye."

 

Li gor dîtina serokê bingeha Laleş li Elmaniya hebûn û bi hêzbûna lîstên PDKê û namzetên partî li Neynewa serkeftina Êzdiyane jiber hindê hêvîxwest dengê xwe bi lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê û namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê bidin.

Hêjayî gotinê ye, bingeha Laleş li Elmaniya li sala 2007 li ser destê komeka çalakvan û rewşenbîr û xemxorê kilturê resenê kurdî hatiye damezrandin û endamên wan liser piraniya bajêrên Elmaniya berbelavin û ji girîngtirîn kar û xebata wan parastin û pêşdabirina Êzdiyatiyê û fêrkirina zarokên Êzdiyan li Ewropa bi zimanê Kurdî û kilturê resenê kurdî û bilindkirina hestê neteweyetiye di nav civaka revenda kurdî de li Ewropa de.

Nûçeyên têkildar